Ji TGCyê bo RTUKê: Erka rojnamegeran ne ewe ku dilê desthilatê xweş bike
TGCyê diyar kiriye û gotiye, RTUKa ku ji ber weşanên erdhejê ceza daye Haberturkê û Flash Haberê astengkirina agahî stendinê ya welatiyan didomîne.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC), bertek nîşanî ceza birîna Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) li kanalên ku desthilatê ji ber erdhejê rexne dike, daye.
TGCyê bi bîra RTUKê xistiye ku "Erka rojnamegeran ne ewe ku dilê desthilatê xweş bike". RTUK agahî stendina welatiyan asteng dike û vê kiryara xwe didomîne.
TGCyê weha gotiye:
"Rexne kirina desthilatê dibê nebe hêceta wê yekê ku cezayê rawestandina weşanê û pere bibire.
RTUKê du hefte berê piraniya wan weşanên dema erdhejê bûne 7 mîlyon 990 hezar lire ceza li televizyona birîye. RTUKê herî dawî bi heman hêcetan duh dîsa ceza daye Haberturkê û Flash TVyê.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.