Ji termê balînayekê 40 kêlo plastîk derketiye
Li Filîpînê termê balînayekê derketiye beravê. Ji termê balînayê 16 telîsên birincê û 40 kêlo plastîk hatiye derêxistin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Filîpînê termê balînayekê derketiye beravê. Ji termê balînayê 16 telîsên birincê û 40 kêlo plastîk hatiye derêxistin.
Pisporên Mûzexaneya The D'Bone Collector otopsiya termê balînayê kirine. Wan diyar kiriye ku rêjeya plastîka hatî dîtin heta niho rêjeya herî bilind a plastîka di laşê heywanekê de hatî dîtin e.
Darrell Blatchleyê bîyolog diyar kiriye ku di deh salên paşiyê de, di mîdeya ji sedî 57ê yûnis û balînayên mirîn de plastîk hatine dîtin.
Par meha Hezîranê li Başûrê Taylanê balînayekê zêdetirî 80 kîsikên plastîk xwaribûn û miribû.
(PT/MB)
Çavkanî: Manila Bulletin, The Guardian.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.