Ji sedî 93yê dengdêran di Referandûma Herêma Kurdistanê de dengê erê da

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Bilind a Referandûm û Hilbijartinan eşkere kir ku ji sedî 72yê dengdêran dengê xwe daye.
Li gor malpera Rûdawê ji sedî 93,29ê dengên hatîn dayin dengên erê û ji sedî 6,71 dengên na ne. Berdevkê Lijneya Bilind a Referandûm û Hilbijartinan, Sîrvan Zirarîyî eşkere kir.
“3 Milyon û 305 kesan dengê xwe daye. Ev hejmar dibe ji sedî 72yê dengan.”
Li gor lijneyê li Herêma Kurdistana Iraqê 4 Milyon û 581 hezar û 255 kesên dengdêr hene.
Rêjeya dayina dengan wek lîsteya li jêr e:
Hewlêr %86
Duhok %92
Kerkûk %78.8
Deşta Neynewa %86
Xaneqîn %92
Zaxo %94
Akrê %94
Gulale (Celewla) %87
Qeretepe %62
Cebare %76
Mexmûr %87.3
Soran %86
Amêdî %89
Çoman %91
Mêrgesor %98
Ruwandiz %90
Çemçemal %63
Lijneyê eşkere kir ku di 72 sietan de deng dê bêne hejmartin û encama fermî bê eşkerekirin. (YY/MB)