Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Rapora Derbarê Binpêkirinên Mafên Penaberan de ya 2020an aşkere kiriye.
ÎHDyê di rapora xwe de gotiye ku “li seranserê cîhanê bi zêdebûna nîjadperestî, tundkarî û xizaniyê re mafên penaberan jî bêhtir tên binpêkirin” û “her ku diçe çareseriya pirsgirêkên penaberan zehmetir dibe.”
Di raporê de Komeleyê ev zanyarî belav kirine:
“Heta 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021ê hejmara sûriyeyiyên ku li gorî yasaya demkî li Tirkiyeyê dimînin 3 milyon û 654 hezar û 557 kes bûne. Dîsa tê texmînkirin ku 400 hezar penaberên ji welatên din û nêzîkî milyonek jî penaberên netomarkirî hene.”
“Jin û zarok zêdetir in”
“Milyon û 732 hezar û 44 ango ji sedî 47,5ê sûriyeyiyan zarok in ku temenê wan di navbera 0 û 18an de ye. Hejmara van zarokan û ya jinan bi hev re digihêje 2 milyon û 583 hezar û 373yan ku rêjeya wê dibe 70,9.
“Heta 13ê Kanûna Paşiyê hejmara sûriyeyiyên ku li kampan diman 58 hezar û 752 bûye. Ev hejmar her ku diçe kêmtir dibe ku di sala 201an de 143 hezar û 558, di sala 2018an de jî 228 hezar û 251 kes li kampan diman. Îro bi tenê ji sedî 1,6ê sûriyeyiyan li kampan dimînin. 3 milyon û 585 hezar û 17 sûriyeyî jî li bajaran in.
ÎHDyê diyar kiriye ku ji 27 welatên cida penaberan serî li wan dane ku ev welat ev in: Sûriye, Pakistan, Libnan, Afganistan, Îran, Iraq, Fas, Filistîn, Bangladeş, Erebistana Siûdiyê, Libya, Gambîa, Konga, Kamerûn, Rûsya, Çîn, Tirkmenistan, Cezayîr, Urdin, Tûnis, Hindistan, Tacikistan, Ûkrayna, Venezûela, Almanya, Swêd û Tirkiye.” (DŞ/FD)