Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Endamên Rêxistina Eskîşehîrê ya MHPyê(Partiya Neteweperest a Gelî) bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku wan dest ji endambûnê berdaye û ew ê bi “Meral Akşenerê re meşa xwe bidomînin.”
70 kes ji bo xwendina daxuyaniyê kom bûn û wan eşkere kir ew ne li dijî MHPyê ne ew li dijî birêvebiriya MHPyê ye.
Li gor daxuyaniya hatî eşkerekirin, ji rêxistina MHPyê ya Eskîşehîrê ji 300ê zêdetir kesan dest ji endambûnê berdaye.
Endamên berê yên MHPyê eşkere kirin ku rêvebirîya MHPyê bûye rêvebiriya *tekemêrekî.
“Piştî referandûmê birêvebiriya welatî ji tekemêrekê re hat hiştin, di heman demê de birêvebiriya MHPyê jî maye ji tekemêrekî re.
“Em ê di berxwedana Meral Akşenerê de piştevan bin.”
Akşener û MHP
Meral Akşenera ku yek ji birêvebirên MHPyê(Partiya Neteweperest a Gelî) bû li dijî serokê MHPyê Devlet Bahçelî bû berbijara serokatiya wê partiyê.
Bi vê yekê endamên MHPyê dest bi minaqeşeyê kirin û Akşener ji partiyê hat avêtin.(EKN/MB)
*Rêvebiriya Tekemêrekî: Rêvebiriya ku rêvebirê wê mêrek e, naguhere û hemî hêz di destên wî de ye.