Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rayedarên Rêxistina Bexişiyê ya Navneteweyî bangê hukimeta Tirkiyeyê kirin û wiha gotin: “OHALê nekin hincet û zextê li ser muxalifan nekin.”
Wezareta Karên Hundir di 11ê Mijdarê de bi Qanûna OHALê ve 370 komeleyên li 39 bajêran da girtin. Di nav wan de komeleyên zarok, jin, hiqûq, koçber û çandê jî hene.
Di çarçoveya kampanyaya 'Çalakiya Lezgîn' de rêxistinê bang li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Serokwezîr Binali Yildirim, Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê Mustafa Yeneroglu kir, ku dest ji van pêkanînên xwe berdin.
“Li hember azadiya xweîfadekirin û rêxistbûyînê re rêz bigrin”
Di daxuyaniya rêxistina navneteweyî de wiha hat gotin:
“Rêxistinê di daxuyaniyê de wiha got:
"Divê bi lezgînÎ ev pêkanîn bi dawî bibin û zextên li ser komele û saziyan bên rakirin.
“Bi navê OHALê pêkanînên li dijî hiqûqê pêk tên. Wezîrê Karên Hundir piştî 15ê Tîrmehê di 21ê Tîrmehê de OHAL îlan kir û zextên li ser çapemeniyê hatin zêdekirin.
“Ji bo komeleyan hincetên cuda nehatİYE gotin”
“Saziyên Demokratîk û Civakî yên xebatên wan hatin astengkirin divê astengiyên li pêş wan bên rakirin.
“Di nava van zayian de ÇHD, OHD û VAKAD jî hene. Biryarên girtinê herî zêde zarok, jin û kesen mexdûr bêtir mexdûr dikin. “
(AS/YO)
*Ji bo beşdarbûna kampanyayê bitikîne