Parlementerên HDPê piştî dengdana ji bo rakirina parêzbendiya parlementeran bi rûkenî û bi hev re wêne kişandin.
Feleknaz Ûca di hesabê xwe ya twitterê de wêneyek parve kir û wiha got:
Yıkılmadık ayaktayız
— Feleknas Uca (@Feleknasuca) 20 Mayıs 2016
Berxwedan Jiyane# HDP pic.twitter.com/zohA7xu3wI
Derbarê 50 parlementerên HDPê de fezleke hatiye amadekirin
Derbarê 138 parlementeran de fezleke hatiye amadekirin.
Ji wan parlamenteran 9ê wan ji MHPê, 27ê wan AKPê, 50ê wan ji HDPê û 51ê wan ji CHPê ne.
Ji 667 dosyeyan; 405 jê derbarê parlamenterên HDPê de, 192 jê derbarê parlamenterên CHPê de, 46 jê derbarê AKPê û 20 jê derbarê parlementerên MHPê de ye. 5 dosye jî derbarê parlamentera serbixwe yê Enqereyê Aylîn Nazlikaya de hatiye amadekirin. Bi tevahî derbarê 138 parlementeran de dosye hatiye amadekirin. Ji wan parlamenteran 27 ji wan yên AKPê, 51 yên CHPê, 50 yên HDPê û 9 parlementerên MHPê ne û yem ji wan jî parlementerê serbixwe ye. Derbarê 47 parlementeran de ji yekê zêdetir dosye hatiye vekirin.