Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê heyeta Yekîtiya Civaka Sivîl a Alema Îslamê (ÎDBS) qebûl kir.
Erdogan li wir axavtin jî kir û derbarê mijarên îadekirina Gulen, êrişên bombeyî yên dawî û DAIŞê de nirxandinên xwe anîn ziman.
Axavtina Erdogan bi vî rengî ye:
Îadekirina Fetullah Gulen
Serokomar Erdogan derbarê îadekirina Gulen 3u helwesta Amerîkayê de wiha got:
"Em dibêjine Amerîkayê ku ma em ne hevparên stratejîk in? Ma di nav me de îadeya sûcdaran tune? We dema ji me terorîst xwestin me ji we belge nexwestin kî. Me tenê xwe sipart peymana îadekirina sûcdaran û demildest ew terorîst teslîmê we kirin.
“Niha em jî ji we terorîstekî dixwazin, tabiyê îadeya sûcdaran e ku wî terorîstê bidin me û di destê me de belgeyên mehkemeyê yên der heqê vê yekê de hene û me qismeke wan ji we re şand, em hê jî dişînin.
“Berdin ku em bidarizînin. Hewce nake ku mirov ev qas dirêj bike. Lê binêrin ku ev geşedanên li welatê me di vê astê de ber bi îstiqameteke gelekî cuda ve diçe.”
Êrişên dawî
Erdagan derbarê êrişên dawî yên li Amed, Wan û Xarpêtê de wiha got:
“Ji bo ku mirov fehm bike ku li pişt êrîşên PKKê ji aliyê parvekirina agahiyan û teşwîqê ve FETO heye hewce nake ku mirov kahîn be."
"Li hawirdora Elezîzê her çiqas ku ev demek dirêj e ku bûyerên terorê diqewimiyan jî, wesfê bajara aramî û biratiyê parast lê digel vê yekê ez êrîşa ser Elezîzê girîng dibînim.
"Ez van bûyerên di van rojên dawîn de diqewimin wekî êrîşên dijî nobedên demokrasiyê ya 20 rojî ya ku gelê me yê birûmet piştî destana 15ê temûzê girt, hatiye kirin dibînim. Bi van êrîşan careke din derket holê ku di navbera rêxistinên wekî FETO û PKKyê de, DAEŞê de tu ferq tuneye, hemû xizmetê heman ramancê dikin.
“Tenê ji 15ê temûzê vir ve di operasyonên ku li nav welêt û derveyî welêt hatin kirin de 182 terorîst hatin kuştin. Hêzên me yên ewlehiyê 3 hezar kesên hat tespîtkirin ku arîkariya rêxistina terorê kirine hatin binçavkirin, ji vana 318 kes jî hatin girtin.”
(AS/YO)