Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî di roja 567an dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de li ber avahiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta "edaletê" dabûn destpêkirin.
Malbat di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê çûye ber deriyê Edliyeya Rihayê û li ser derenceyan dest bi nobetê kiriye. Di destê malbatê de pirtûka Alî Oluç a bi navê “Edalet” ku têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar vedibêje û dowîza bi nivîsa “Edalet” hebûne. Malbatê di dema nobetê de tiştên ku bi serê wan de hatine ji kesên serdana wan kirine re qal kiriye.
Emîne Şenyaşarê di nobetê de bertek nîşanî Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu û Parlamanterê AKPê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz daye ku ji bo Mîhrîcana Hinaran hatibûn Pirsûsê û wiha gotiye: “Hûn çima dîmenên qetilkirina malbata min nabînin? Dîmenên me li ku ne? Malbatek li nexweşxaneyê çawa tê qetilkirin? Tu sûceke me nîne. Hûn çawa bi kesên ev komkujî kirin re tên ba hev?”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.(AY)