Ji Demîrtaş peyama 8ê Adarê: Pirsgirêk pirsgirêka mêraniyê ye
Li ser hesabê medya civakî ê Demîrtaşî ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyamek hatiye weşandin û weha hatiye gotin, “Hêvî ne di mêran de ye, tenê tekoşîna jinan dikare me serast bike.”

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li ser hesabê medya civakî ê Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî ê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ku li Girtîgeha Edîrneyê girtiye ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyamek hatiye weşandin.
“Hêvî ne di mêran de ye”
Demîrtaş di peyama xwe de weha gotiye:
“Eger em fêrbibin ku li şûna “weke zilam” weke mirov tevbigerin…Em dikarin dev ji durûtiya xwe berde û bi qebûlkirina pirsgirêk pirsgirêka mêran e destpêbikin. Hêvî ne di mêran de ye, tenê tekoşîna jinan dikare me serast bike. Ger em nabin piştgir divê em nebin asteng jî. Jin, jiyan, azadî.”
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.