Ji bo nûçeya Tirkî
Hevserokê Gişti yê HDPê Selahattîn Demirtaş derbarê lêborîna ku Erdogan ji ber xistina balafirê ji Rûsyayê xwestiye de got: ‘Ji ber çûyîna min a Moskovayê ez weke xayîn hatim îlankirin. Me niha dît ku kê welêt firotiye. Bi yek nameyeke ve dixwaze ku Putinî wî afû bike.’
Demirtaş li bernameya fitarê ya Rêxistina HDPê ya Batmanê de axivî û derbarê geşedanên bi Rûsyayê re nirxandinên xwe anîn ziman.
Li gorî nûçeya Yuksekova Haberê axavtina Demirtaşî bi rengî ye:
‘Wiha mirov rezîl û rûreş dikin’
‘Dema balafira Rûsyayê hat xistin Erdoganî digot eger pêwist be em ê dîsa heman tiştî bikin û em bi ti awayî lêborîn naxwazin. Wî diot yê ku lêborîn bixwaze em bîn in, Rûsya ye. Lêbelê îro berovajiyê vê yekê pêk hat.’
‘Bi zirzopiya Kasimpaşayê dîplomasî nabe. Wiha mirov rezîl û rûreş dikin.’
‘Ji ber çûyîna min a Moskovayê ez weke xayîn hatim îlankirin. Me dît ku kê welêt difiroşe. Bi yek nameyeke ve dixwaze ku Putinî wî afû bike.’
‘Em ê bi dehan sal berdêla kirinên Erdoganî bidin.’
‘Yên komkujî kirine li ku ne?’
‘Yên u zilmê li gel kirine, bûne sergînê dîrokê. Kenan Evren, Tansu Çiller û yên dinê li ku ne?’
‘Yên ku bajêran wêran kirini bi saxesax mirovan şewitandin, malan xerakirin dibêjin kuj ‘Lêbinêrin me li Cizîrê çi kiribe, em ê bi serê we jî bikin.’ Yanê ji bo ku me hemûyan bitirsîne hovane tevdigerin’
(EKN/YO)