Ji bo nûçeya Tirkî
Çalakiyên ji bo welatiyên Sûrê ku di 6-7ê Gulanê de ji hêla Hayko Bagdat ve bi şanîdana Salyangozê dest pê kiribû, bi du xebatên atolyeyê ya Kemal Gokhan Gurses ve dewam dike.
Di navbera 3-8ê Hezîranê de li Konservatûra Aram Tîgran atolyeya xêze-roman û li salona şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amadê jî atolyeya stend-upê dê were vekirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ji 11ê Kanûna 2015an vir derketina derve hatiye qedexekirin. Li 14 ê kolanên navçeyê qedexe hatibe rakirin jî li navçeyê qedexe bi temamî nehatiye rakirin û hêjî berdewam dike.
Atolyeya xêze-romanê
Atolyeya xêze-romanê bi piştgirîdayîna Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê her roj di navbera saetên 10:00-14:00an de dê pêk were. Ciwanên ku temenê emrê wan navbera 13-20an de ye dikarin beşdarê atolyeyê bibin.
Berhemên piştî xebata 5 rojan dê weke pirtûk bête çapkirin. Pereyên ku ji firotina wan pirtûkan bête peydakirin jî dê ji bişînin ji welatiyên Sûrê re.
Stand Up
Atolyeya Stand Upê jî dê bi ciwanên emrê wan bi ser 20 saliyê re, di navbera seetên 16-20ê de bê kirin.
Beşdarên atolyeya Stand Upê dê li 8ê Hezîranê li salona şanoyê ya Şaredariya Amedê, Stand Upê bikin. Pereyên ji Stand Upê jî bê peydakirin dê ji bo heman armancê bêne bi kar anîn.
Fatma Baçaru û beşdarên Atolyeya sînemayê ya Şaredariya Mezin a Amedê dê demên atolyeyan bike belgefîlmek û dê li gelek deran bê nîşandan.
Ji bo beşdarbûnê an jî standina agahiyên berfirehtir, hejmara telefona Konservatûwara Aram Tîgran: 0412 226 10 14
(BK/MB/YO)