Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolyeya Nûçegîhanîya Bajarvanî û Jîngehê mijarên wek; destpêka nûçegîhanîyê, nûçegîhanîya jîngehparêz, mafên kesên biasteng, nûçegîhanîya bajarvanîyê, rêvebirîyên herêmî, xwendevan û nivîskarîya ekolojîk, nûçe-lêkolîn, medyaya nû, wênegirîya nûçegîhanîyê û ewlehîya dîjîtal di xwe de dihewîne.
Atolyeya Nûçegîhanîya Bajarvanî û Jîngehparêziyê, yek ji beşên Bernameyên Payîzê yên AtolyeBİAyê ye. Atolye dê di navbera 17-26ê Îlonê bê kirin.
Atolye mijarên wek; destpêka nûçegîhanîyê, nûçegîhanîya jîngehparêz, mafên kesên biasteng, nûçegîhanîya bajarvanîyê, rêvebirîyên herêmî, xwendevan û nivîskarîya ekolojîk, nûçe-lêkolîn, medyaya nû, wênegirîya nûçegîhanîyê û ewlehîya dîjîtal di xwe de dihewîne.
Atolyeyên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê\bianetê ji bo nûçegîhanên bê kar hatine hiştin, xwendekarên faqulteyên ragihandin û nûçegîhanîyê, sazîyên mafan û xwendekarên beşa radyo û televîzyonê vekirî ne.
Ji bo serîlêdanan dîroka dawî 10ê Îlona 2018an e.
Bedel: Ji bo xwendekaran 200TL, ji bo kesên din 300TL ye.
Bernameya payîzê di 17ê Îlonê de bi atolyeya “Nûçegîhanîya Bajarvanî û Jîngehê” dest pê dike. Piştî wê 1ê Cotmehê atolyeya “Nûçegîhanîya Darazê”, 15ê Cotmehê “Atolyeya Zarok û Medyayê” û di 5ê Mijdarê jî “Ji Bo Nûçegîhanan Atolyeya Rojnamegeriyê” dê bên kirin.
(EKN/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî.