Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî rapora Greenpeaceê ya “Ber bi paş ve jimartina Ji bo Daristanên Baranan”, şîrketên li cîhanê tên naskirin, ji bo rûnê palmê bi dest bixin, daristaneke bi qasî Stenbolê tune kirine.
Di encama zerara ku endustriya rûnê palmê daye daristanên baranan de, 16 salên derbasbûyî nîvê orangûtanên Borneayê tune mirine. Di asta kureyî de 193 cinsên heywanan ji ber karê peydakirina rûnê palmê, di bin xetereyê de ne.
Şîrketên weke Colgate-Palmolive, General Mills, Hershey, Kellogg’s, Kraft Heinz, L’Oreal, Mars, Mondelez, Nestlé, PepsiCo, Reckitt Benckiser û Unilever bi hilberînerên ku rûnê palmê derdixin û xwezayî wêran dikin re kar dikin.
Şîrket li soza xwe xwedî dernakevin
Piştî mijara wêrankirinê ya di encama endustriya rûnê palmê de derketiye holê nîqaş li ser çêbûne. Piştî vê nîqaşê, Kanûna Pêşiyê ya 2013ê “Wilmar International” şîrketa herî mezin a cîhanê a ku bazirganiya rûnê palmê dike, soz dabû ku “daristanan tune neke, kedê nexwe.” Şîrketên din jî heman soz dabûn.
Ji dawiya sala 2014ê û vir ve, ji sedî 74 parzûngehên li Endonezya û Malezyayê di destê wan şîrketan de bûn ku soza parastina daristanan dabûn.
Lê li gorî rapora Greenpeaceê şîrket kontrola wî tiştî nakin ku hilberîner li gorî soza dane kar dikin an na.
Ji bo rûnê palmê ji sala 2015ê û vir ve 130 hezar hektar daristanên baranê hatine tunekirin. Ji sedî 40ê van daristanan li herêma Papûa a Endonezyayê ne. Papûa herêmeke wiha bû ku beriya endustriya rûnê palmê vê derê “keşif bike”, ji aliyê cureyên biyolojîk ve herêma herî zengîn a cîhanê bû. (ÇT/FD)