Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Atolye û semînerên nûçegîhaniyê yên ku Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianetê ji sala 2000 û vir ve çêdike, wê li ofîsa xwe ya nû ya li avahiya wê ya navenda nûçeyan e di navbera 7 û 13ê Hezîranê pêk bîne.
Di vê çarçoveyê de “Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Medyaya Nû” îro bi axavtina destpêkê û dersa Destpêka Rojnamegeriyê dest pê kir.
Eryilmazî bi gotinên, “Li her deverê cîhanê rojname derdikevin û qasî ku dixwuye hemû dişibin hev. Lê ji ber çiye ez nizanim li hin welatên weke Tirkiyeyê tê gotin ku ‘xwezil li vir jî rojnamegeriya li Îngeltereyê bihata kirin’. Armanca pêşiyê ya avakirina çapemeniyê piştgiriya otorîteyê û belavkirina zanyariyan a li ser navê wê bû. Baş e gelo niha cida ye?” bal kişand li ser girîngiya azadiya xweîfadekirinê.
“Rojnameger dengê wan kesan e ku nikarin dengên xwe bidin bihîstin”
Eryilmazî prensîbên rojnamegeriyê di çarçoveya “Teoriya Berpirsiyariya Civakî” de nirxand û diyar kir ku erka rojnamegerî ne dîtina rastiyê ye, lê divê li ser sedemên wê rewşê bifikire ku kiriye nûçe. Eryilmazî wiha berdewam kir: “Heke ku hûn dixwazin rastiyê bidest bixin, pevçûnê bikişînin qada nîqaşê divê hûn ne bi zimanê desthilatê lê bi nêrîneke bêalî nûçeyan çêbikin. Rojnameger dengê wan kesan e ku nikarin dengên xwe bidin bihîstin.”
Eryilmazî her weha behsa rêzikên nûçenivîsiyê û mijarên ku divê bibin nûçe jî kir û ji beşdaran re bi mînakan behsa nûçenivîsandinê ya bi teknîkên cuda kir.
Îsal ji zanîngeh û bajarên cuda 16 namzetên rojnamegeriyê beşdarî bernameyê dibin. Di çarçoveya atolyeyê de wê xwendekarên beşên rojnamegeriyê perwerdeyê ji akademisyenên fakulteyên ragihandinê û rojnamegeran bistînin û ji bo beşdaran wê atolyeyên nûçeyan bên çêkirin. (YT/EKN/FD)