Ji bo Rasîm Ozan Kutahyali biryara desteserkirinê hat dayîn

Rasîm Ozan Kutahyali îdia kiribû ku dê ji bo Partiya Gel a Komarî(CHP) qeyûm bê tayînkirin. Her weha piştre bi tohmeta ku "bi eşkereyî di nava gel de agahiyên şaş belav kiriye" derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriyê ji bo Kutahyali biryara desteserkirinê derxist.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo îfadeya Kutahyali bê girtin, nivîs şand Stenbolê.
Dozgeriyê duh (16ê Nîsanê) danê êvarê ragihandibû ku bi tohmeta ku "bi eşkereyî di nava gel de agahiyên şaş belav kiriye" derbarê Kutahyali de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Çi bûbû?
Kutahyali nivîsîbû ku dê di encama doza komcivînê de Hîkmet Çetîn wek qeyûm tayînî CHPê bê kirin û her weha îdia kiribû ku ji ber vê sedemê ji Stenbolê gelek polîs ji bo Enqereyê hatine şandin. Kutahyali pişt re paşve gav avêt û ragihand ku wî agahiyên şaş belav kiriye.
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê (DMM) a girêdayî Serokatiya Ragihandinê ya bi serokatiya Fahrettîn Altun, nûçeyên ku dibêjin dê kongreya CHPê bê betalkirin û wê qeyûm bê tayînkirin derewand û ev yek weke "manîpulasyon" bi nav kir.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî bi heman awayî daxuyanî da û got ku der barê Kutahyali de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
(HA/AY