Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malbatên girtiyan yên ku li Stenbolê ji bo girtiyên nexweş Nobeta Edaletê didomînin, derbarê tûndkariya polîsan a li dijî wan de daxuyanî dane.
Malbatên girtiyan ên ku li Stenbolê Nobeda Edaletê didomînin, di 13ê Tebaxê de xwestine li ber avahiya Rêxistina HDPê ya Navçeya Bahçelîevlerê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Polîsan êrişî çalakiyê kiribû û malbatên girtiyan bi tundiya polîsan re rûbirû mabûn. Malbatan li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Malbatên girtiyan û gelek nûnerên saziyên civakî û siyasetmedar tev li bûne.
Di destpêkê de Cemîle Karakaş, dayîka girtîyekî nexweş di civînê de axivîye û anîye ziman ku “Çalakiya ew her hefte li dar dixin li dijî zext, polîtîkaya tecrîdê ya li girtîgehan e û daxwaza edaletê dikin.”
Karakaş destnîşan kiriye ku hemû çalakiyên ew li dar dixin bi êrişa polîsan re rûbirû dimîne û tundiya li wan tê kirin derketiye asta îşkencekirinê. Karakaş behsa wê tundiya polîsan kiriye û wiha gotiye: “Wê rojê em çawa gihîştin cihê çalakiyê polîsan dora me girt. Destên me ji paş ve kelemce kirin û pê li stûyê me kirin. Polîs pê li stûyê min kir û digot, ‘ez dewlet im, kes nikare te xelas bike’. Belkî 20 kelemçeyan li destê min xistin. Dema min birin hundirê otobusê, 9 kelemçe li destê min dan. Di hundirê wesayîtê de îşkence li me kirin. Wê rojê tişta ku hat serê me îşkence bû. Em ji bilî edaletê tiştekî din naxwazin. Tenê daxwaza me edalet e.”
Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê parêzer Necla Mizgîn Argiş jî ew rewşa malbatên girtiyan pê re rûbirû mane parve kiriye û anîye ziman ku îktidar mafên herî demokratîk ên welatiyan jî asteng dike.
Argişê weha gotiye “Di çalakiya dawî de dîsa polîsan êriş kiriye. 27 kes ku 2 ji wan zarok bûne, bi îşkenceyê hatine desteserkirin. Zarok jî di nav de hemû çalakger 5-6 saetan di wesayîta desteserkirinê de ji paş ve destê wan kelepçe kirî ji hatine girtin û zarok tazî kirine û lêgeriyane.”
Piştî axaftinan malbatên girtiyan ji bo mafê wan hatiye binpêkirin serî li ÎHDê dane.
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/AY)