Ji bo Eren Keskîn û Reyhan Çapanê bi tometa ‘’propagandayê’’ ceza hat dayin
Ji bo Eren Keskîn û Reyhan Çapanê bi tometa wan li 19 hejmarên Ozgûr Gûndemê ‘’propagandaya rêxistinê’’ kiriye li ser hev 7 sal û 6 meh ceza hat dayin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo berpirsa weşana giştî ya Ozgûr Gûndemê, Eren Keskîn û berpirsa weşanan Reyhan Çapanê li ser hev 7 sal 6 meh ceza hatiye dayin.
Dadgeha Cezayên Giran a 13yê ji bo her yek ji ‘bersûcan’ 3 sal û 9 meh ceza dan.
Parêzerê Ozgûr Gûndemê, Ozcan Kılıçî ji bianetê re dîyar kiriye herdu doz du dozên yekbûyî ne. Keskîn û Çapan ji ber 19 hejmarên Ozgûr Gûndemê hatine dadkirin ku ew hejmar li sê mehên destpêkê yên 2016 hatine weşandin.
Parêzerî got: ''Keskînê nûçeyên li ser xetên sor ên Tirkiyeyê çêkirine( qirkirina ermenîyan, kêşeya kurdan, dagirkirina Qibrisê..) ji ber wê hatiye girtin''(EA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.