Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Înîsiyatîfa Rojnamegerên li Derve ji bo doza Cumhuriyetê banegewazî kirin ku doz wê 11ê Îlonê li salona dadgehê ya li nava Kampusa Girtîgeha Silivriyê lidar bikeve. Înîsiyatîfê vîdeoyek ji bo Kadrî Gursel, Akin Atalay û Emre İperî yên girtî amade kirin û parve kirin.
Vîdeo bi hashtaga #HemenŞimdiÖzgürlük (Demildest Niha Azadî) li ser medyaya civakî har parvekirin û di vîdeoyê de hat diyarkirin ku xebatkarên Cumhuriyetê ji ber xebatên xwe yên rojnamegerî hatine girtin.
Duh jî vîdeoyên ji bo rojnamegerên girtî Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî amade kiribûn parve kiribûn. Kampanya wê bi vîdeoyên din berdewam bike ku ji bo rojnamegerên girtî yên din hatine amadekirin.
Çi bûbû?
Nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya “Digel ku ne endamên rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDYyê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Daneşîna pêşiyê ya dozê di 24ê Tîrmehê de li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Daneşîn 5 rojan berdawam kir û dadgeh biryara serbestiya Guray Oz, Musa Kart, Bulent Utku, Hakan Kara, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor û Turhan Guneyî da. Murat Sabuncu, Akin Atalay, Kadri Gursel, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdu hîn jî girtî ne.
Doza xebatkarê muhasebeya rojnameyê Emre Îper di 10ê Tebaxê de xistin nav doza esasî ya rojnameyê. Daneşîna bê wê di 11yê Îlonê de li Silivriyê birêve biçe. (AS/FD)
* Rojnamegerên li Derve: Dema rojnameger Ahmet Şik sala 2011yê di doza OdaTVyê de hat girtin, înîsiyatîfa bi navê “Hevalên Ahmet û Nedîmî (ANGA)” ji bo rojnamegerên girtî çalakî lidar xistin. Piştî salekê ku Şik û Şener serbest man, înîsiyatîf bi navê “Rojnamegerên li Derve” xebatên xwe berdewam kirin. Înîsiyatîf ji bo hempîşeyên xwe yên di doza ODATVyê, doza çapemeniyê ya KCKyê û niha jî ji bo yên di doza Rojnameya Cumhuriyetê de girtî ne çalakiyan birêve dibin.