Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
6 rojnamegerên ku maîlên Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Berat Albayrakî yên ji hêla Redhackê ve hatibûn belavkirin, kiribûn nûçe hatibûn girtin wê di 24ê Cotmehê de derkevin pêşberî dadgehê. 3 rojnameger girtî 3 jî ji derve tên dadgehkirin.
Rojnamegeran ji bo balê bikişînin ser doza ku Tûnca Ogreten, Mahîr Kanat, Omer Çelîk, Derya Okatan, Metîn Yoksû û Eray Sarginî tên dadgehkirin li ser Twitterê bangewazî kirin. Rojnamegeran bi hashtaga #HaberYapmakSuçSayılmaz #nûçegihanîNeSûce peyam li ser Twitterê belav kirin.
Edîtorê berê yê malpera Dîkenê Tûnca Ogreten, Midûrê Nûçeyan ê DİHAyê ku hatibû girtin Omer Çelîk, xebatkarê rojnameya Birgünê Mahîr Kanat ji ber dozê girtî ne. nûçegihanê DİHAyê Metîn Yoksû, Midûre Karên Nivîsê yê Rojnameya Yolculukê Eray Sargin û Midûra Berpirs a Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Derya Okutan beyî ku bên girtin tên dadgehkirin.
Yakûp Alî Çelîk Dozgerê Komarî îdianameyek ji 12 rûpelan pêk tê amade kir û tê de cî da kesên ku rojnameger li ser medyaya civakî wan dişopînin, kesên ku rojnamegeran dişopînin, parvekirinên wan, nûçeyên wan û fotografên ku kişandine weke delîlên sûcî hatine.
Çi bûbû?
Ji ber ku maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrakî yên ji hêla Redhackê ve hatibûn belavkirin kiribûn nûçe Edîtorê berê yê malpera Dîkenê Tûnca Ogreten, Midûrê Nûçeyan ê DİHAyê ku hatibû girtin Omer Çelîk, xebatkarê rojnameya Birgünê Mahîr Kanat ji ber dozê girtî ne. nûçegihanê DİHAyê Metîn Yoksû, Midûre Karên Nivîsê yê Rojnameya Yolculukê Eray Sargin û Midûra Berpirs a Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Derya Okutan di 25ê Kanûna Pêşiyê ya 2016yê de hatin desteserkirin.
Di 18yê Kanûna Paşiyê de rojnameger şandin 8emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê û Ogreten, Kanaat û Çelîk hatin girtin. Yoksû, Okatan û Saygin bi şertê kontrola edlî serbest man.
Dosyeya nûçegihanê rojnameya Die Weltê Denîz Yucelî ji yên din hat veqetandin ku di heman çarçoveyê de hatibû girtin. (EA/FD)