Ahmet Yildiz di encama nefreta homofobîkî de di sala 2008an de hatibû kuştin. 40emîn danişîna doza kuştina Ahmet Yıldizê wê di saet 13.35ê roja Pêncşema 27ê Hezîranê de li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Edliyeya Anadoluyê pêk were.
"Kampanyaya ji bo Ahmet Yildizê Edalet" ku ji bo doza Yildizê li ber demboriyê nekeve û edalet pêk were hat destpêkirin, îro dîsa banga beşdariya danişînê kir.
“LGBTİ+ 16 sal in li benda edaletê ne”
Komeleya HEVİ LGBTİ+yê jî derbarê danişînê de bang kir û weha got:
“Doza Ahmet Yildizê ne tenê dozeke kuştinê ye, di heman demê de têkoşîna maf û azadiyê ya LGBTI+yan jî temsîl dike. Êşa Ahmeta ku ji aliyê malbata xwe ve hat redkirin û kuştin, cihêkarî û tûndkariya ku bi hezaran LGBTI+ li Tirkiyeyê rûbirû dibe, nîşan dide. Li Tirkiyeyê 16 sal in hemû LGBTI+ li benda edaletê ne.
“Weke Komeleya HEVI LGBTI+ em bang li hemû welatiyên hestiyar û rêxistinên sivîl dikin ku ji bo di doza Ahmet Yildirimê de edalet pêk were û sûcên nefretê bê ceza nemînin, dozê bişopînin. Ev doz ji bo mafê jiyanî û ewlehiya LGBTI+yan xwedî girîngiyek krîtîk e. Em daxwaz dikin ku edalet pêk were.
Banga me ev e:
1- Doza Ahmet Yıldız cudakarî û şîdeta ku li LGBTÎ+yan tê kirin derdixe holê û eşkere dike. Em dê doza Ahmet Yildiz bişopînin da ku em edaletê pêk bînin.
2- Kuştina Ahmet Yıldız yek ji mînakên herî bi êş ên sûcên nefretê yên li Tirkiyeyê ye. Ji bo bîranîna Ahmet û li dijî sûcên nefretê em dibêjin, Edalet Ji Bo Herkesî!
3- Doza Ahmet Yıldiz ê ku di sala 2008an de li Stenbolê hat qetilkirin hîn jî bi dawî nebûye. Em daxwaza edaletê dikin ku li dijî sûcên nefretê yên ku li Tirkiyeyê li dijî LGBTÎ+yan tên kirin!
4- Ahmet Yildiz di sala 2008an de ji ber meyla xwe ya zayendî ji alîyê bavê xwe ve hat qetilkirin. Di vê cînayeta nefretê de hêj edalet pêk nehatîye. Em dê sibê ji bo Ahmet li Edliyeya Kartalê bin.
5- Doza Ahmet Yıldız ne tenê ji bo LGBTÎ+yan, ji bo hemû mirovahîyê lêgerîna edaletê temsîl dike. Em ji bo Ahmet Yildiz li dijî sûcên nefretê edaletê dixwazin.
6- Em ji bo ku bîranîna Ahmet Yıldız zindî bihêlin û li dijî sûcên nefretê têbikoşin tên cem hev. Edaleta ji bo Ahmet tê wateya edaleta ji bo her kesî.
Çi bûbû?
Ahmet Yildizê di 26 saliya xwe de ji malbata xwe re aşkere kiribû ku ew hevzayend e. Piştî ve gef lê hatibû xwarin.
Piştî ku gef zêde bûye Ahmet Yildizê li dozgeriyê giliyê bavê xwe kiriye lêbelê tedbîr nehatiye stendin ku ev jî bûye sedema kuştina Yildizê ji aliyê bavê xwe ve. Hê jî li kujer Yahya Yildizî digerin.
Ahmet Yildiz di 15ê Tîrmeha 2008an de ji aliyê bavê xwe ve bi pênc guleyan bi çeka guleber hat kuştin. Di dema bûyerê de kesekî din jî birîndar bûye. Ahmet Yildizê di Beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Marmarayê de xwendekarê pola dawîyê bûye.
Dema malbatê wê xwedî li cinazeya wê derneketiye li Goristana Bêkesan hatiye binaxkirin.
Doza kuştina Ahmet Yildizê di 8ê Îlona sala 2009an de hatibû vekirin. Bi vê dozê re li Tirkiyeyê cara yekemîn bû ku têgeha kuştina namûsê ya hevzayendan bûye fermî.
(TY/AY)