Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Baroya Amedê, Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(OHD) derbarê binpêkirinên ku li Girtîgeha Hejmara 1emîn ya Amedê pêktê de daxûyanî daye.
Her weha rêxistinên maf di heman demê de giliyê kesên ku ji îşkence, miemeleya xirap, gef û heqareta li girtiyan berpirsin, kiriye.
“Îşkence bi raporên doktoran tespit bûye”
Encamnameya raporê ji hêla endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHDa Amedê Yakup Guvenî ve ve hatiye xwendin.
Guvenî aniye ziman ku îşkence di hemû zagonan de sepanekî li dijî mirovahiyê ye û tu kes nikare îşkenceyê bike. Bi domdarî Guven destnîşan kiriye ku li Tirkiyeyê di girtîgehan de tecrîd, mirin, zext û tundî her roj berdewam dike û mafên girtiyan tên binpekirin. Guven, bi lev kir ku îdiayên îşkenceyê herî dawî li Girtîgeha Hejmara 1emîn a bi Ewlekariya Bilind a Amedê derketine û ev agahî parve kirin:
“Me jî li ser van îdiayan bi girtiyan re hevdîtin kir û li girtîgehê lêkolîn kirin. Di encama lêkolînan de hate tespîtkirin ku karmendên girtîgehê îşkence, heqaret û zext li girtiyan kirine. Zext û tundiya li ser girtiyan zêdetir dibin. Ev zext, îşkence û tundî bi raporên tenduristiyê jî hate piştrastkirin.”
‘Cezayê dîsiplînê ji bo strana kurdî dane’
Di berdewamê de Guvenî daye zanîn ku girtiyan di 21e Adarê de xwestine li ber stranên kurdî Newroza xwe pîroz bikin lê karmendên girtîgehê ew asteng kirine û heqaret li wan kirine.
Guvenî axaftina xwe wiha qedandiye: “Bi vê sedemê derheqê girtiyan de cezayê disiplînê hatiye dayîn. Şandeya me tespît kir ku sepanên heyî bi keyfî têne kirin. Hewceye derheqê girtiyên ku rastî îşkenceya derûnî û fîzîkî hatin, rapor were amadekirin. Divê kamerayên li girtîgehê bên temaşekirin, kesên îşkencekar bên tespîtkirin, derheqê wan de lêpirsîn were destpêkirin û ji kar bên derxistin. Divê derheqe karmendên ku di bûyerê de cih girtinê lêpirsîn were destpêkirin û encama lêpirsîne jî bi raya giştî re were ragihandin. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û berpirsyariyên xwe pêk bîne. Em ê pêvajoya darazê ya derheqê karmendên ku li girtîgehan binpêkirinan dikin, ji nêz ve bişopînin.” (AS/AY)