Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan 10 kesên endamên Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) desteser kirin. Di nav desteserkiriyan de berdevkê HDKyê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu jî heye.
Polîsan di hefteya ku Kongreya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) dê bê pêkanîn de dest bi desteserkirina endamên HDKyê kirine.
Hevberdevka HDKyê Gulistan Koçyigit jî li mala wê ya li navçeya Menemenê ya bajarê Izmîrê hatiye desteserkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ew kesên hatîn desteserkirin ev in:
Serokê Partiya Şoreşger Musa Piroğlu, Hevberdevka Platforma Hevgiriya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, Hevserokê Partiya Çep a Keskan Naci Sönmez û Eylem Tuncaeli wekîla serokê giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan Fadime Çelebi, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Jinûveavabûnê Tülay Hatimoğulları (SYKP) û Evdamê Meclîsa Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Orhan Çelebi.
(EKN/MB)