* Fotograf: Mahmut Geldi - Beyrut - AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber teqîna li Bendera Beyrûtê ya paytext Libnanê 16 kes hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Hamad Hasan, Wezîrê Tenduristiyê, hejmara miriyan gihîştiye 135an. Nêzîkî 5 hezar kes birîndar bûne û bi dehan kes winda ne.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê, NNAyê daxuyaniya dadgeha leşkerî weşandiye. Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku di lêpirsînê “hemû aliyên ku bûne sedema teqînê” tên lêkolînkirin.
Heta niha endamên Lijneya Rêveber ên Bendera Beyrûdê, rayedarên rêveberiya gumrikê, xebatkarên kontrolkirinê û xebatkarên embara hejmar 12, ya teqîn lê pêk hatiye, li ser hev îfadeya 18 kesan hatiye wergirtin.
Tê plankirin ku lêpirsîn 5 rojan berdewam bike.
Beriya niha ji bo kesên ji 2014an û vir ve di karê depokirin, parastin û kontrolkirina Benderê de dixebitîn biryara zindanîkirina li malê hatibû dayîn.
Serkonsolosê dest ji kar berdaye
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Tracy Chamoun, Serkonsolosa Libnanê ya li Ammanê ji ber êşên hatine kişandin ew nema dikare û dest ji kar berdaye. Chamounê di bernameyeke televizyonê de axiviye û biryara xwe aşkere kiriye.
Duh bi şev rayedarên ku ji teqînê berpirsiyar tên dîtin hatine protestokirin. (AS/FD)