Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo serbestberdana muwekilên xwe serî li dadgehê dane.
Parêzeran derbarê mijarê de daxuyanîyek nivîskî dane û bi bîr xistine ku pirsgirêkên tenduristî yên Demîrtaşî yên weke hîpertansîyon, dil û bêhngirtinê hene. Herweha Demîrtaşî li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtî ye.
Rewşa siheta wî di asta metirsiyê de ye
Parêzeran di daxuyanîyê da dîyar kirîye û gotîye: “Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê teşxîs kirine ku Hîpertansîyona muwekîlên me Demîrtaşî heye. Berê jî ji ber pirsgirêken bêhngirtinê û dil emelîyat bibû. Ev nexweşîyên wî hê dewam dikin û dermanên cûrbicûr bikartîne. Ji ber vê yekê Demîrtaşî dikeve nava koma rîskê ya ku Wezîr Kocayî eşekere kirîbû.”
Parêzerên Demîrtaşî weha dewam kirîye:“6 sale doza Demîrtaşî didome û di lêpirsînameya ku li ser hatîye amade kirin da gumanbar jî nîne. Me ji bo serbest berdana muwekilên xwe duh (Pêncşema 2yê Nîsanê) serî li dadgehê daye." (TP/AY/FD)