Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Stenbolê aşkere kiriye ku ji îdiaya li Parka Zarokan a Ataturkî ya Kuçukçekmeceyê “sembol û rengên PKKyê bikar anîne” du kes ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ev kes Suleyman Gevezoglû, Alîkarê Şaredarê Kuçukçekmeceyê û Şerafettîn Metaraci, Midûrê Park û Bexçeyan ê heman şaredariyê ye.
Bixwîne - Bi îdiaya ku sembolên PKKyê li parqekê hatine bicihkirin lêpirsîn hatiye vekirin
Walîtiyê di daxuyaniyê de gotiye ku “mana wan a li ser karî jiber fikaran wê çêbike, ew ji karî hatine dûrxistin.”
Kemal Çebî, Şaredarê Kuçukçekmeceyê, yê CHPyî duh (12yê Çiriya Paşiyê) di dema civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) de axiviye û gotiye ku rewş hatiye berovajîkirin.
Şaredariyê jî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku manîpulasyon heye.
Çi bûbû?
Bi hinceta ku sembolên li parqeka nûvekirî ya Kuçukçekmeceyê hatine bikar anîn, sembolên PKKyê tînin bîra mirovan, lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Turan Bedirhanoglu, Qeymeqamê Navçeya Kuçukçekmeceyê diyar kiribû ku gelek gilî û gazincên tund ji welatiyan hatine kirin ji ber sembolên ku piştî xebatên nûkirinê yên li Parka Ataturk ya li Mehelleya İstasyonê.
Bedirhanogluyî destnîşan kiribû ku ji bo rakirina van sembolan wî ferman daye û ew sembol hatine rakirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Aanadoluyê, Bedirhanogluyî gotibû wan haya saziyên edlî ji mijarê çêkiriye û lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, ji bo kesên proje çêkirine û pesend kirine bên diyarkirin lêpirsînname amade kiribû. (RT/FD)