Di 21ê Gulanê li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin û 27 kes desteserkirin. Dadgeha Cezê û Aştiyê duh biryara girtina hemûyan da.
Piştî îfadeyên wan yên li Emniyetê kesên desteserkirî şandin dozgeriyê. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê kesên desteserkirî şand dadgehê. Dadgehê biryara girtina her 27 kesan jî da.
Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin desteserkirin
Ji ber 1ê Gulanê hejmara girtiyan derket 76an
Li Stenbolê di 1ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê de 217 kes hatin desteserkirin. Ji 38 di operasyonên pêla yekem de hatin girtin.
Wezîr Yerlîkaya: 210 kes hatin desteserkirin
Di 5ê Gulanê de di operasyonên pêla duyem de 12 kes hatin desteserkirin. Ji wan 11 di 7ê Gulanê de ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wan hat dayîn.
Di operasyonên pêla seyêm yên 22ê Gulanê de bi îddiaya ku “li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanan derketine” û “li dijî polîsan li ber xwe dane” biryara desteserkirina 39 kesan hatibû dayîn û ji wan 27 kes hatin desteserkirin. Dadgeha biryara girtina her 27 kesan jî da.
Bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber pîrozbahiyên 1ê Gulanê hatine girtin derket 76an.
(AEK/AY)