Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê du kesên din hatin girtin.
Li Adiyamanê bi tohmeta ku li ser madyaya civakî “propagandeya rêxistina terorê kiriye û bangewaziya gel ji bo çalakî û provokasyonan kiriye” R. O. Û S. C. hatibûn desteserkirin. Polîsan bi ser malên wan de girtibûn û gelek dokuman hatibûn desteserkirin. Her du kesên desteserkirî duh bi şev derxistin pêşberî dadgehê. R. O. hat girtin, S. C. jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Li Dîlokê jî kesê bi navê M. T. bi îdiaya ku li ser medyaya civakî li hemberî operasyona li ser Efrînê bangewaziya çalakiyê kiriye, bi tohmeta “propaganda rêxistina terorê kiriye” hat desteserkirin û paşê ji hêla Dadweriya Cezayan a Sulhê ya Nobedar ve hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî di 29ê Kanûna Paşiyê de ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê de 311 kes bi tohmeta “propagandeya rêxistinê” hatine desteserkirin.
Operasyona li ser Erînê 20ê Kanûna Paşiyê dest pê kiribû û 13 roj in ku berdewam dike. Di 12 rojên derbasbûyî de herî hindik 32 kes hatibûn girtin. Bi du kesên ku îro hatine girtin re ev hejmar derket 34an. (AS/FD)
* Fotograf: Mahîr Alan – Adiyaman / DHA