Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî destnîşan kirîye ku ji ber li ser medyaya civakî derbarê koronavîrusê de “tiştên provokatîv par ve kirine” 616 gumanbar hatine destnîşankirin. Li gorî daxuyaniya Wezaretê ji wan 229 kes hatine desteserkirin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê, tîmên Tekoşîna li dijî Sucên Sîberê di 21 rojên dawî de 3 hezar û 576 hesabên medya civakî ji ber parvekirina “provokatîv ên derbarê vîrusa koronayê de” kontrol kirine.
Li piştî kontrolkirina hesaban 616 gumanbar hatine tespîtkirin û ji wan 229 kes hatine desteserkirin û derbarê gumanbarên din de jî pêvajoya edlî didome.
Herweha di daxuyanîye de hatiye gotin, li gor lêkolin û kontrolkirina hesaban, hatiye tespîtkirin ew kêsên ku parvekirinên bi vî awayî dikin, FETO/PDY, PKK/KCK û komên marjinalin. (TP/AY/FD)