Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Piştî êrîşên bi bombeyan yên li Stenbol û Izmîrê li 81 bajaran ji ber parvekirinên li medyaya civakî di du hefteyan de 948 kes hatine desteserkirin, 248 kes hatine girtin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê piştî gilîkirinê hesabên medyaya civakî hatine şopandin.
Li Beşîktaşa Stenbolê di 10ê Kanûna Paşiyê de êrîşeka bi bombeyan hatibû kirin û 46 kes miribûn, 38 ji wan polîs bûn. Piştî êrîşê di 11ê Kanûna Pêşiyê de operasyonên li dijî hesabên medyaya civakî hatin kirin.
700 kes hatine berdan
Bikarhênerên hesabên medyaya civakî bi piştgirîdana terorê têne sûcdarkirin.
948 kes hatine desteserkirin, 248 ji wan li dadgehan hatine girtin. 700 kes bi şertê kontrola edlî hatine serbest berdan. (AS/MB)