Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi tohmeta ku “liv û tevgera bêheya” kirine, li Stenbolê doz li çar jinên trans vekirine. Çar jinên trans ji ber ku roja 16ê Tîrmehê li Talîmhaneyê, di kolanekê de sekinîne doz li wan vebûye. Yekem danişîna dozê wê 8ê Adara 2022yan saet di 11.05ê de li 34em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk were.
Li gorî nûçeya Yildiz Tarê ya li Kaos GLyê hatiye weşandin, dozgerî di îdianameya xwe de îdia kiriye ku “Jinên trans li Talimhaneyê, li Kolana Tûranê û derdora wê bazar ji bo fihûşkirinê dikirin.” Dozgeriyê diyar kiriye ku hin kesan serî li Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CIMER) daye û gilî kirine.
Li gorî nêrîna dozgerî “liv û tevgerên bêheya” kirine”
Dozgerî di îdianameyê de “liv û tevgerên bêheya” bi van gotinan penase kiriye: “Laşê xwe (çîp, sîng û ber, cihên zayendî) nîşan dane, bi gotin, çav û mîmîkan xwestine peywendiyê bi mêran re deynin ku di rê de diçûn …”
Dadgehê îdianameya dozgeriya komarî qebûl kiriye û li ser navê civak û dewletê doz li jinan vekiriye.
“Liv û tevgerên bêheya” çi ne?
Komeleyên 17ê Gulanê û Kaos GLyê derbarê “liv û tevgerên bêheya” de notek weşandiye. Li gorî vê notê, qanûn liv û tevgerên bêheya bi van gotinan penase dike: “Têkiliya zayendî an jî nîşandana bi eşkereyî”.
Di notê de her weha hatiye diyarkirin ku nîşandan têgeheke giştî ye û nabe bi berfirehî were şîrovekirin. (EMK/FD)