Fotograf: AA
Li başûrê Îranê ji ber barana zêde lehî rabûye û di encamê de 26 kes mirine.
Mucteba Xalidî, Berdevkê Saziya Alîkariya Lezgîn daxuyanî daye Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ÎSNA) û gotiye, "Ji 22yê Adarê vir ve ji ber lehiyan 26 kes mirin."
Xalidiyê berdevk destnîşan kiriye ku di 24 saetên dawîn da li eyaleta Yezdê kesek ji ber lehiyê miriye, kesek winda bûye û li eyaleta Merkeziyê jî kesek birîndar bûye.
Xalidî di daxuyaniya xwe ya 1ê Nîsanê da diyar kiribû ku ji ber lehiyê 21 kes mirine.
Li başûrê rojhilatê Îranê ji 22yê Adarê vir ve baran dibare û ji ber baranê lehî radibe, piştî lehiyê binesaziya wargehan û zeviyan zirareke mezin dîtiye. (FD)