Ji bo nûçeya tırkî bitikîne
Konsera Erkan Ogur û Îsmaîl Hakki Demircîoglî ya ku wê di 10ê Çiriya Pêşiyê roja duşemê li Navenda Kongre û Çandê ya 15ê Tîrmehê ya Zanîngeha Şirnexê bihata lidarxistin, hatiye betalkirin.
Rektoriya zanîngehê ji bo bikaranîna salonê destûr nedaye Ogûr û Demîrcîoglû.
Erkan Ogûr têkildarî mijarê daxuyaniyekê daye û weha gotiye:
“Konsera me ya Erkan Ogur û Îsmaîl Hakki Demircîoglî ya ku wê di 10ê Çiriya Pêşiyê roja duşemê li Navenda Kongre û Çandê ya 15ê Tîrmehê ya Zanîngeha Şirnexê de bihata lidarxistin, piştî daxwaza me ya terxankirina salonê nehatiye qebûlkirin, konser betal bûye. Guhdarvanên me yên bilet girtine dikarin bilêtên xwe li ser binkeyên firtona bilêtan betal bikin.”
(HA/AY)