Fotograf: Mersîn İHD
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Baroya Amedê rapora derbarê malbata ku ji Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê hatine Mersînê û rastî êrişê hatiye de ji bo raya giştî parve kiriye.
Baroya Amedê rapora derbarê malbata Muştaq Mohmood Kereem ji Hewlêrê ku li Mêrsînê bi êrişa nijadperest re rûbirû mabû amade kiribû eşkere kiriye. Baroyê rapor li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re ragihandiye. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kiriye ku ew li gel rêveberên ÎHD, OHD û Mazlum-Der ên şaxên Mêrsînê li cihê bûyerê lêkolîn pêk anîne.
Erenî aniye ziman ku ew ji bo piştevaniya hiqûqî bidin malbata Kareem bi hawara malbatê ve çûne Mêrsînê û malbat bi tirs û xofek mezin re rûbirû mabû û malbatê hêj wê tirsa êrişê ji ser xwe neavêtiye.
Erenî destnîşan kiriye ku bi êrişkaran bi keviran ji paş ve li serê Kareem xistiye, li ser hişê xwe çûye û xwestine wî biavêjin benda rê. Eren diyar kiriye ku êrişkaran ji Kareem re gotiye “Ev der axa Anatoliyê ye, ev der Tirkiye ye. Tu dixwazî li axa me çi bikî.”
“Xwestine bûyerê bikin bûyerek qezaya trafîkê”
Eren aniye ziman ku ewilî ew çûne cem dozger û helwesta dozger ne xerab bûye, lê piştî ku qeymeqam û midurê polîsan çûne nexweşxaneyê helwesta dozger jî guheriye û midurê polîsan ji wan re gotiye “hûn çima hatine vir, ev bûyerek edlî ye, çima hûn hatine vir? Ev bûyerek qezaya trafîkê ye.” Eren got polîsan û qeymeqamiyê xwestiye ku Baroya Amedê bi meseleyê ve eleqedar nebe û xwestine bûyerê ji wan veşêrin. Eren got tevî hemû hewldanan jî ew xwedî li malbatê derketine û piştevaniyê kirine.
Eren destnîşan kiriye ku polîsan û leşkeran hewl daye malbatê ji wan veşêrin lê ev hewldan jî bi ser neketiye û dozgeriyê bi fen û fût gotiye ku kesê mexdûr parêzerek nû ji xwe re xwestiye û lê bi vê hewldanê xwestine ku Baroya Amedê meseleyê lêkolîn neke. Eren anî ziman ku bi darê zorê îfadeyên kurê Kareem yê 13 salî M.M.M. bi sifata “Zarokê Xistine Nav Sûc” hatiye wergirtin.
Du êrişkar hatine girtin
Eren diyar kiriye û gotiye, “Dozgeriya Anamûrê îfadeyên 3 gumanbaran wergirtiye û pişt re sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kiriye û dadgehê ji sûcê “Hewldana kuştina bi qestî” biryara girtina du êrişkaran daye. Ji berku Kurd bûne rastî êrişê hatine.”
“Malbat bi êrişek nijadperestî ya fizîkî re û gotinên nefretê re rûbirû maye û ji ber malbat ji Herêma Kurdistanê bûye û kurd bûne bi êrişê re rûbirû mane. Eren anî ziman ku lêpirsînek bi bandor were birêvebirin û li dijî sûcê nefrete û sedemên siyasî yên li dijî nasnameyên cuda û heqaret û gefa li wan tê kirin bi şertê ku xala 122emîn a TCKê were guhertin û mevzûata yasayî were çêkirin.”
(HA/AY)