* Foto: Metin Aktas – Ankara / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna bûyera êrîşê ya li ser Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) de şeş kes hatine desteserkirin.
Li ser sînorê Tirkiye-Iraqê çar leşker hatiye kuştin. Rêûrismê binaxkirina leşkerê bi navê Yener Kırıkçı li bajarê wî, Enqereyê hatibû kirin. Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû beşdarî rêûrismê bûbû.
Bixwîne - CHP dê li 81 bajaran derkeve kolanan
Komekê pêşiyê dirûşmên “bila PKK(Partiya Karkerên Kurdistanê) derkeve” gotibû. Paşê li benda Kiliçdaroglûyî mabûn ku ew ji cihê rêûrismê derkeve. Dema derketî êrîşî wî kiribûn.
Yek ji wan kesên ku hatine desteserkirin O. S. ye ku tî îdiakirin di dema êrîşê de kulm li Kiliçdaroglûyî daye. Hêzên asayişê çûne mala O. S. yî lê ne li malê bûye. O. S. îro li nêzîkî navçeya Sîvrîhîsara Eskîşehîrê hatiye desteserkirin.
Çelîk: Êrîşkar endamê AKPyê ye
Omer Çelîk, Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandiye ku kesê kulm li Kiliçdaroglûyî daye, endamê AKPyê ye. Çelîkî wiha gotiye:
“Hatiye dîtin ku O. S. yê di nava êrîşkaran de ye, emdanê partiya me ye. Lijneya Rêveberiya me ya Bajarê Enqereyê biryar girtiye ku endamtiya O. S. yî bişînin Lijneya Disîplînê ya Bajêr. Lijneyê xwestiye O. S. bê ixrackirin”. (AS/FD)