STENBOL
Ji ber daxwaza perwerdehiya bi kurdî 9 kes hatine desteserkirin

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Esenyurta Stenbolê bi daxwaza “perwerdeya bi zimanê dayikê” li hemberî Dibistana Seretayî ya Îbrahîm Aydin daxuyanî daye.
Polîsan êrişî çalakvanan kiriye û kelemçe ji pişt ve li destê 9 kesan xistiye û bi îşkenceyê ew desteserkirin e.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di dema desteserkirinê de pozê welatiyê bi navê Metîn Burukan şikestine û Gamze Kaya jî li pêş çavên 3 zarokên xwe hatiye derbkirin û desteserkirin. Di dema derbkirinê de Ayten Yilmaz bi ser hişê xwe ve çûye.
Navên kesên hatine desteserkirin wiha ne:
“Gamze Kaya, Çayan Yilmaz, Dînçer Gun, Metîn Burukan, Medet Duzenlî, Sînan Polathan, Mûrat Guven, Ayten Yilmaz û Welat Ekmekçî.”
Kesên hatine desteserkirin piştî kontrala tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Beylîkduzuyê, birine Qereqola Polîsan a Kiraçê. (AY)