Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Yekitîya Doktorên Tirkan (TTB) her rojên çarşemê bultenên pendemîyê diweşîne. TTByê, bultena hefteya 18an, bi sernava “Di Dema Pandemîyê de Mirina Xebatkarên Tendiristûyê” weşandiye û ji bo wê, civînek li dar xistiye.
Endamê Konseya Navendî ya TTBê, Dr. Halîs Yerlîkaya di civînê de bulten pêşkeş kirîye û behsa tiştên di pêvajoya pendemîyê de lêkolîna wan bûye kiriye. Yerlîkayayî gotiye, kesên di vê pêvajoyê de nexweş ketine, sedî 10ê wan xebatkarên tendiristûyê ne.
Yerlikaya bal kişandiye ser daxûyanîya Rêxistana Tenduristiyê a Cîhanî (WHO) a 20ê Çiriya Pêşiyê û wiha gotiye: “Di qonaxa navbera Kanûna Paşîyê ya 2020an û Gulana 2021an de, dibe ku ji 80 hezarî heta 180 hezar xebatkarên tenduristiyê ji ber Covîd-19ê miribin. Tê pêşbînîkirin ku kêmzêde 115 hezar û 500 kes ji ber Covîd-19ê miribin.
“497 xebatkarên tenduristiyê mirîne”
"Li gorî daneyên ku rêxistinên pîşe-kedê û odeyên doktoran yên herêmî berhev kirine, ji ber Covîd-19ê cara pêşiyê di 17 Adara 2020an de xebatkarekî/e tenduristiyê miriye.
"Her wiha ji vê dîrokê heta 9ê Çiriya Paşîyê ya 2021an, herî kêm 497 xebatkarên tendiristûyê û 461 xebatkarên tenduristiyê yên çalak, ji ber Covîd-19ê can dane.
“Bi têra xwe tedbîr nehat girtin”
"Ji Hezîrana 2020an heta Çiriya Paşiyê ya 2021an mirina ji sedî 90ê xebatkarên tendiristûyê ji ber ku tedbîrên kêm bûye.
"Ger ew mirînên sê mehên pandemîyê baş bihatana lêkolînkirin û li gor wê gav bihatana avêtin; dibe ku pêşî li gelek mirînan bihata girtin. Ji bo zêdetir mirin çênebin pêdiviyeke mezin heye ku bi awayekî gelemperî û zanistî cihên xebatan saz bikin." (RT/DD/AY)
*Dara Demîralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye