Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Îsal jinên ku ji bo tevlî Meşa Şeva Femînîst a 8ê Adarê bibin hatibûn Bendergeha Keştiyan ya Kadikoyê bi tûndkariya polîsan re rûbirû mabûn û hatibûn desteserkirin.
“Hewla afirandina sûc didin”
Jinên ku ji Tevna Parastina Jinan ji bo ku tevlî çalakiya 8ê Adarê nebin hatibûn desteserkirin. Niha jî lêpirsîn li wan hatiye vekirin.
Daxûyaniya têkildarî lêpirsînê ya jinan weha ye:
"Di 8ê Adara 2022an de 40 hevalên me yên ji bo beşdarî meşa şevê ya femînîst a li Taksîmê bibin ji Kadikoyê derketibûn rê, li bendergeha Kadikoyê bi awayekî bêhiqûqî hatibûn desteserkirin.”
“Di îddianameyê de hatiye nivîsandin ku mêş bi awayê ku hatûçûna wesayîtan û peyarêyan asteng dike, çêbûye. 40 kesên li kolanê dimeşin nikarin li cihekî weke Kadikoyê ku qelebalix e rê li hatûçûna wesayîtan an go peyayan bigirin. Hewla afirandina sûc nedin."
“Em dev jê bernadin”
“Jin ji bo derbasî Karakoyê bin tên bendergehê û hêzên taybet destûr nadin jin li keştiyê siwarbin û jinan dorpêç dikin û nahêlin belav jî bibin. Polîsan li hevalên me dane û ji paş ve kelemçe li destê wan xistine û desteserkirin e. Mafên wan ên bingehîn jî yên hatûçûnê jî hatiye xespkirin.”
"Tevlîbûna meşên 8ê Adarê ne li dijî qanûnê ye, mafekî bingehîn e. Ne jinên ku mafên xwe diparêzin, tûndkariya mêran asteng bikin. Nek hevalên me yên ku bi neheqî têne desteserkirin, yên ku li vî welatî her roj çav ji tundkariya li ser jinan, trans û zarokan re digirin, yên ku kujeran berdidin, yên ku Peymana Stenbolê betal dikin sûcdar in. Em bi hêrs in, em ne lêpirsînê ne jî îdîanameyê qebûl dikin. Em dev ji têkoşîna xwe ya femînîst bernadin! "
(EMK/AY)