Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Giştî ya Meclisê duh bi serokatiya Cîgirê Serokê Meclisê Pervîn Buldan de civiya. Lêbelê hejmara wekîlan têrê nekir ku civîn pêk were û ji bo vê yekê rûniştin pêk nehat.
Ji ber ku piraniya wekîlên AKPê neçûn meclisê, ji bo civînê hejmar têrê nekir.
Li bendê bûn ku di civîna duh de, rûniştina bo teklîfa rakirina parêzbendiyan were kirin.
Li gorî nûçeya Meclis Haberê, du caran wekîlên li meclisê hatiye jimartin. Pişt re Pervîn Buldan diyar kir ku ji ber hejmara wekîlan têrê nake ku rûniştin pêk were rastî îtirazanê AKPyiyan hat.
Gelek wekîl ber bi Kursiya Serokatiya Dîwanê ve hatin û îtirazên xwe domandin.
Meclis ji bo rûniştina derbarê pirsnameyan de wê 17ê Gulanê de bicive
Cîgirê Koma AKPê Bulent Turan li kursiyê da û li ser vê yekê Buldan got: ‘Birêz Turan ûsileke wiha nîne. Ez prosedurê bi cih tînim.’ Buldan, destnîşan kir ku wê rûniştina bo pirsnameyan di 17ê Gulanê saet 15:00an de pêk were û pişt re rûniştinê bi dawî kir.
Turan ber bi hola çapemeniyê ve zivirî û îdia kir ku hejmara ji bo pêkhatina rûniştinê têrê dike, lê Buldan dîsa jî rûniştinê bi dawî kir û ev yek li dijî ûsilê ye.
Parlementerên Stenbolê yên CHPê Mahmût Tanal û Sibel Ozdemir derbarê mijarê de tweet parve kirin.
Endamê PMyê ya CHPê Ozdemir di hesabê xwe ya twitterê de got: “Piştî serokwezîr û wezîrên AKPê niha jî wekîlên wan nehatin meclisê û ji ber vê meclis îro nexebitî. Rûniştina derbarê parêzbendiyan de ma demeke nediyar.”
AKP Grubunun Başbakanı, Bakanlarından sonra Milletvekilleri de olmayınca Meclis bugün çalışamadı. Dokunulmazlık konusu meçhul 1tarihe kaldı.
— Dr.Sibel ÖZDEMİR (@dr_sozdemir) 12 Mayıs 2016
Tanal jî got: ‘Ji berk u ji hêla AKPê ve pêşnûme nehat dayîn meclis hat girtin, dê rûniştina derbarê rakirina parêzbendiyan pêk neyê.’
AKP tarafından önerge verilmediği için;Meclis kapanması nedeniyle MV dokunulmazlıkları pazartesi görüşülmeyecek
— Mahmut Tanal (@MTanal) 12 Mayıs 2016
Di her rûniştina Komîsyona Makeqanûnê ya derbarê teklîfê de pevçûn derketibû.
Piştî ku parlementerên HDPê ji Komîsyonê vekişîn, pêşnûme hate qebûlkirin.
Piştî teklîf li Komîsyona Makeqanûnê hat qebûlkirin, wisa dihat plankirin ku duh derbarê mijarê de li meclisê jî rûniştin pêk were.
Cîgirê Koma CHPê Ozgur Ozel ji ber ku wezîrên hukimetê duh nehatin meclisê, wan rexne kirin. (AS/YO)