Ji 40 hezaran zêdetir karmendên dewletê ji karî hatine derêxistin
Bi Biryarnameya Bi Hikmê Qanûnan a 672yê, ji 40 hezaran zêdetir karmend ji karî hatin derêxistin. Herî zêde ji MEBê hatine derêxistin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Bi Biryarnameya Bi Hikmê Qanûnan a 672yê, ji 40 hezaran zêdetir karmend ji karî hatin derêxistin. Herî zêde ji Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) hatine derêxistin ku 28 hezar û 163 kes ji karî hatine derêxistin, 2 hezar û 346 kes ji Lijneya Xwendina Bilind hatine derêxistin.
Sebebê ji karî derêxistina wan kesan weha hat eşkerekirin.
‘’Ew kes piştevan, têkildar an endamên rêxistineka terorî ne, piştevan, têkildar an endamên wan rêxistinan in ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî biryar daye ew sazî an rêxistinên li dijî ewlehiya neteweyî ne’’(EA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.