ji 23 rojnameyan tenê 5 heban di manşetên xwe de cî dan biryara pisûlaya dengên bêmohr

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Me manşetên rojnameyên îro yên piştî referandûma guhertina destûra bingehîn ji bo we tomar kir.
YSKê digel xala 98emîn a Yaseya Hilbirtinê biryar girt ku piştî destpêkirina dengdanê, zarf û pisûlayên dengan ên bêmuhr wê bên qebûlkirin. Ev biryara YSKê tenê di 5 rojnameyan de bû manşet: Sozcu, Cumhuriyet, Evrensel, Birgun, Ozgurlukcu Demokrasi.
Xala 98emîn a “Yaseya Derbarê Serweriyên Bingehên ên Hilbijartinê û Tomarên Dengdêran de” bi aweyekî aşkere dide xuyakirin ku biryara ku YSKê wergirtiye ne li gorî yaseyê ye.
Rojnameyên nêzîkî desthîlatdariyê Milat û Turkiyeyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan weke “Serok” ragihandine û rojnameyên din jî encamên referandûmê yên ne fermî bi peyvên “Serkeftina Gel”, “Tirkiyeya Nû”, “Şoreşa Gel”, “Gel Dest Danî Ser Rêveberiyê” ragihandine.
Îro rûpelên pêşîn ên 23 rojnameyan wiha ye:
(EKN/FD)