Jehrmarî straneke nû weşand. Navê strana wî “Ken” e. Stran straneke bêrîkirin û evîniyê ye.
Jehrmarî bi xwe gotin ji stranê re nivîsîne, muzîka wê amade kiriye û ew aranje kiriye.
Jehrmar ji bo vê stranê bi amûrjen Erkan Baran, Hogir Nazlier û Baran Karakoçî re xebitiye.
Her weha video klîbek jî amade kiriye ku Vedat Atlî girtiye.
Jehrmar destpêkê bi stranên cover hate nasîn ku “Ay li Dilo” yek ji wan a herî zêde tê zanîn. Paşê jî wî dest bi nivîsandina gotinên stranan kir û muzîkên wan bi xwe amade kir. (FD)