Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Bolîvyayê serokdewlet, Evo Moralesî ji ber guvaşa artêşê dest ji karê xwe berdabû, Jeanine Anez bûye seroka demkî. 22yê Kanûna Paşiyê(meha yekem) a 2020ê seroka/ê nû yê/a dewletê dê bê hilbijartin.
Artêşa wê dewletê jî serokatîya Anezê qebûl kiriye.
Çi bûbû?
Serfermandarê Artêşa Bolîvyayê Williams Kalimanî bi danezanekê ji Evo Morales, Serokdewletê Bolivyayê daxwaz kiriye ku dest ji wezîfeya xwe berde.
Moralesî jî diyar kiriye ku ji bo li welêt aştî çêbe wî ji dest ji wezîfeya serokatiyê berdaye.
Li Bolîvyayê di 20ê Çiriya Pêşiyê de hilbijartin pêk hatibû, Moralesî ji sedî 47,8 deng wergirtibû. Lê mixalifan îdia kiribû ku destwerdan di hilbijartinê de bûye û dest bi xwenîşandan û çalakiyên tundkariyê kiribûn.
Piştî vê rewşê Williamas Kalîmanî daxwaz ji Moralesî kiribû û xwestibû dest ji wezîfeyê berde.
Kalîman di danezanê da wiha gotiye:
"Li welêt pevçûn zêde bûn û ji bo ku di van pevçûnan da ewlehiya gel were parastin, mafê jiyana gel were misogerkirin, ji bo ku şîdet bisekine û bi armanca parastina qencî û aramiya Bolîvyayê em pêşniyaz dikin ku Serokê Dewletê Evo Morales dest ji wezîfeyê berde. Em ji gel û girseyên ku xwepêşandanan li dar dixin jî dixwazin ku ji bo xwîn nerijê û malbatên me li ber xwe nekevin bira bûyerên tundkariyê bi dawî bibin."
Moralesî dest ji wezîfeyê berdaye
Evo Morales, Serokê Dewleta Bolîvyayê li Chapareya Cochabambayê ku çendîn roj in bûyer lê çêdibin, civîna çapemeniyê li dar xistiye. Alîkarê Serokê Dewletê Alvaro Garcia Linera jî beşdarî civînê bûye. Morales di civînê da diyar kiriye, ji bo ku pêşengên mixalif Carlos Mesa û Luis Fernando Camacho zêdetir zirarê nedin gel, wî biryara îstifayê da.
Carlos Mesa û Luis Fernando Camacho çalakiyên tundî yê li welêt organîze kirine.
(PT/MB)