Fotograf: Özge Elif Kızıl – Ankara/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
James Jeffrey, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Yê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) û heyeta bi wî re, duh hatiye Enqereyê.
Jeffrey dema ji balafirê daketiye li Balafirxaneya Esenbogayê ya Enqereyê ji rojnamegeran re gotiye ku li Sûriyeyê tiştên girîng diqewimin.
“Bingeheke ku li Sûriyeyê rejim bi ser bikeve nîne”
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Jeffreyî ji bo rewşa li Sûriyeyê wiha gotiye:
“Divê merheleya leşkeri ya vî şerî êdî bi dawî bibe. Ti bingeheke zêdetir nîne ku rejim bi ser bikeve.
“Divê rejim vegere ser maseya gotûbêjan û peywendiyê bi beşên mayî yên civaka navdewletî re deyne. Ev ji bo me tiştên girîng in.”
“Divê Tirkiye li ser maseyê be”
Jeffreyî derbarê rola Tirkiyeyê ya di çarseriya şerê Sûriyeyê de jî wiha axiviye:
“Tirkiye li cihekî navendî ye. Cîranê Sûriye û Iraqê ye.
“Binêrin bê ka dema di 2014an de DAIŞ li Sûriyeyê derket, çi hate serê Sûriyeyê.
“Îsraîl ji ber moşekên menzîldirêj yên Hizbullah û Îranê rastî gefa man û nemanê ye. Tirkiye rûbirûyê wan hemû tehdîtan e ku ji Sûriyeyê tên. Li Urdin û Libnanê nêzîkî 2 milyon penaber hene û li vir jî hejmareke zêdetir penaberên we hene.
“Sûriye, di serî de ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû cîranên xwe tehdîteke mezin a ewlehiyê û ya jeopolitik e. Ji bo çareseriya vî şerî, divê Tirkiye li ser maseyê be.”
Jeffrey li Enqereyê dest bi hevdîtinên fermî kiriye û wê ev hevdîtin îro jî bidomin. (EKN/FD)