Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îyî Patî(Partiya Baş) biryar daye ku ew ê di mehekê de komcivînekê pêk bîne û di komcivînê de serokeka/ê nû hilbijêre. Seroka wê partîyê, Meral Akşenerê diyar kiriye ku ew ê nebe berbijara serokatiya Îyî Partîyê.
Akşenerê gotiye:
“Rêziknameya partiyê wê rêyê dide min ku ji bo komcivînê biryarê bidim, min ew biryar da. Ez ê di komcivînê de nebim berbijar. Dixwazim hevalên berbijar serkeftî bin.”
Birêvebirên Îyî Partîyê roja Înê, li navçeya Sandikli ya Afyonê kom bûbûn. Wan li ser plana paşeroja partiya xwe minaqeşe kiribûn.
Bixwîne - Piştevanên ÎYÎ Partiyê "ambargoya nîşannedanê" protesto kiriye
Li gor hilbijartina 24ê Hezîranê Îyî Partîyê ji sedî 9,96yê dengdêran standibû. Meral Akşener di heman hilbijartinê de bûbû berbijara serokkomariyê û ji sedî 7,3yê dengan standibû.
(EKN/MB)