İtiraza ji bo astengkirina Yenî Yaşamê nehatiye qebûlkirin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Malpera înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşamê di 25ê İlonê de hatibû astengkirin. İtiraza ku ji bo asteng kirine hatibû kirin, nehatiye qebûlkirin.
Bi daxwaza Fermandariya Yekîneyên Cendirmeyên Bajarî û Walîtiya Hatayê û bi biryara 1em Dadgeha Silh û Cezayî ya Hatayê Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê(BTK) malpera înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ya bi navnîşana “www.yeniyasamgazetesi1.com”ê asteng kiribû.
Rojnameyê biryara asteng kirinê li 7em Dadgeha Sulh û Cezayî ya Stenbolê îtiraz kiriye û dadgehê itiraza rojnameyê qebûl nekiriye.
Çi bûbû?
Malpera înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşamê bi biryara 1em Dadgeha Silh û Cezayî ya Hatayê hatibû astengkirin.
Yenî Yaşamê derbarê asteng kirinê de weha gotibû:
“Navnîşana yeniyasamgazetesi1.com rojnameya me hatiye astengkirin. Rojnameya me bi biryara ku 1em Dadgeha Sulh û Cezayî ya Hatayê di 25/09/2020 de û bi hejmar D. karî hatiye astengkirin û Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê ev biryar pêkanîye”(AY)