İtiraza ji bo astengkirina Ajansa Mezopotamyayê nehatiye qebûlkirin
Parêzerên Ajansa Mezopotamyayê ji bo astengkirina malpera înternetê a bi navnîşana www.mezopotamyaajansi22.com îtiraz kiribûn. 3yem Dadgeha Cezayî ya Sulhê a Dîlokê itiraza parêzeran nepejirandiye.
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Ajansa Mezopotamyayê ji bo astengkirina malpera înternetê a bi navnîşana www.mezopotamyaajansi22.com îtiraz kiribûn. 3yem Dadgeha Cezayî ya Sulhê a Dîlokê itiraza parêzeran nepejirandiye. 2yem Dadgeha Cezayî ya Sulhê a Dîlokê biryara astengkirina Ajansa Mezopotamyayê dabû.
Dadgehê diyar kiriye, biryara ku 2yem Dadgeha Cezayî ya Sulhê a Dîlokê daye li gorî “ rêbaz û yasayê ye” û di cîh de ye.
Çi bûbû?
Malpera Ajansa Mezopotamyayê ya bi navnîşana mezopotamyaajansi22.com bi biryara ku Dadweriya Sulh û Cezayê ya Dîlokê a di 30/09/2020 de û bi hejmar 2020/5419Dê daye hatibû astengkirin û Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê ev biryar pêkanîbû.(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.