Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Herêmî ya Enqereyê(Îstinaf) 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ku li Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê hatibû birîn, betal kiriye. Bi hêceta ku Demîrtaş, Yuksel Kocaman, Serdozgerê Komarî yê Enqereyê yê wê demê weke hedef daye nişandan ew ceza lê hatibû birîn.
Li gorî zanyariyên ku me li malperên nûçeyan berhev kiriye pêvajo weha birêve çûye.
Derbarê Selahettîn Demîrtaşî de ji ber gotinên wî yên di danişîna 7 ê Kanûna Paşiya 2020an ya doza xwe de yên derbarê Yuksel Kocaman, Serdozgerê Komarî yê Enqereyê de doz lê hatibû vekirin. Danişîna wî li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatibû û bi hêceta ku “wezîfedarên dewletê yên li dijî terorê têdikoşin weke hedef nîşan daye” heta 8 salan cezayê girtîgehê jê re hatibû xwestin.
Di danişîna biryarê ya 28ê Gulana 2021an ku li 25emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatibû bi tohmeta ku “wezîfedarên dewletê yên li dijî terorê têdikoşin weke hedef nîşan daye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Selahettîn Demîrtaşî hatibû birîn.
Parêzerên Demîrtaş û dozgerê komarî biryara dadgehê qebûl nekirine û serî li Dadgeha Îstinafê ya Enqereyê dane.
Îstinafê biryara cezayê betal kiriye û dosye şandiye 25emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê.
(EMK/AY)