Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya hikûmetê ya li Xezeyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê de rojnameger Abdullah Şekşek mir.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Filistînê de hat weşandin de rojnameger Şeksek li bajarê Refahê ku li başûrê Xezeyê ye di encama êrişa balafira bêmirov a arteşa Îsraîlê ve miriye.
Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê de hat ragihandin ku li Xezeyê ji destpêka 7ê Cotmeha 2023an vir ve di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de hejmara rojnamegerên hatine kuştin derket 173an.
(Mİ/AY)