Îsraîl bi awayekî sîstematîk kuştina rojnamegerên Filistînî didomîne.
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê herî dawî wesayîta weşana zindî ya televîzyona El-Quds el-Yevm ( El-Quds Today TV ) ya li Kampa Penaberan a Nuseyrat a li naverasta Xeta Xezeyê ye, kir hedef û 5 rojnameger/ xebatkarên çapemeniyê kuştin.
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku hêzên wan ên esmanî "hicreyeke terorê" kirine hedef û kesên hatine armanckirin endamên koma çekdar a Cîhada Îslamî ya Filistînê ne. Lêbelê, tu delîlek ji bo piştrastkirina îdîayê pêşkêş nekir.
El Cezîreyê jî ragihand ku wesayîta hat bombekirin wesayiteke weşana zindî bû, li ber nexweşxaneya El-Ewdayê sekinandî bûye û rojnameger jî tê de di xew de bûne.
Navê rojnamegerên ku hatine kuştin wiha ne:
Fadi Hassouna
Ibrahim Al-Sheikh Ali
Mohammed Al-Ladah
Faisal Abu Al-Qumsan
Ayman Al-Jadi
Di sala dawî de 55 rojnameger hatine kuştin
Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta li Xezeyê bang li Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî, Federasyona Rojnamegerên Ereb û saziyên rojnamegeriyê yên li hemû welatên cîhanê kir û ji wan xwest ku sûcên sîstematîk ên li dijî rojnameger û xebatkarên çapemeniyê yên Filistînî şermezar bikin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Medyayê, Îsraîlê ji destpêka şerê di 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezeyê 201 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê kuştine.
Li gorî lêkolîna ku Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) di nîvê meha Kanûnê de kiriye, di sala 2024an de li cîhanê 104 rojnameger hatin kuştin. Ji wan 55 rojnameger li Xezeyê hatine kuştin.
Ji Cotmeha 2023an û vir ve Îsraîlê 75 rojnamegerên Filistînî girtine û ji wê demê ve tenê 30 rojnameger serbest hatine berdan.
(HA/AY)